Hema bêje di tevahiya zimanan de zimanê dayikê, zimanê dayê jê re tê gotin. Gelo çi tişt bi qas î mirovekî hînî zimanê ku dayika wî pê dipeyive hîn bibe, bi wê bipeyive û bi wî bifikire mafekî xwezayî dibe?
Li Tirkiyê dema mesele bibe kurd, rewş qet wî awayî nabe. Zarokên Kurdan yan qet î nikarin hîn bibin û an jî piştî hînbûnê di demekê de ji bîr dikin û winda dibe. Nifşên ku ji dayika xwe, ji mala xwe û ji çanda xwe biyanî digihêjin. Ew ji zimanê xwe biyanî bûyîn, piranî jî di metrepolên ku bi milyonan kurd koçberî wan bûyîn de hêj zêdetir jî didome. Zarok dema ji zimanê xwe derbasî zimanê Tirkî dibin û taybetî jî di wexta dibistana seretayî û ya navîn de, pir zoriyê dibînin.
Bi taybetî jî dema dibistana seretayî de zimanê dayikê pir girîng e. Çimkî wexta zarok zimanê xwe yê dayikê di pêş de dibin, di heman demê de fikra rexneyê, xwendin-nivîsîn û her wekî din çendan kêrhateyên xwe yên bingehîn jî di pêş de dibin. Van kêrhatyên xwe yên bingehîn bi zimanê dayika xwe bihêsantir dikarin derbasî wî wî zimanî jî bikin.
Mînakek, zarokek wateya peyvekê wateya peyvekê texmîn bike û an jî kêrhatiya wî ya bi navrêz xwendinê derxistina wateyê pêş ketibe, dema di zimanekî duyemîn de jî bixebite bi hêsanî dikare van kêrhatyên xwe derbasî wî jî bike. Bi vê re jî, van kêrhatyên xwe yên nedîtbar bi rêya zimanekî din û rasterast danfêhkirin pir zehmetir e. Ji ber vê yekê jî jiyana bi zimanê xwe ve, kêrhatiya zarokî ya xwendin û nivîsîn û pêşxistina fikra rexnegirîyê de jî dibe alîkar.
Bi rastî jî zimanê dayikê ewas girîng e?
Ji Zanîngeha Torontoyê Profesor Jîm Cummîns bersiva vê pirsê wiha dide; zarokên zimanekî zexim ê wan yê dayikê hebe, zimanê duyemîn jî bi hêsantir dikare hîn bibe û kifş kir ku di kêrhatiya xwendin û nivîsîn jî bi pêştir dixin; kêrhate û zanîna zarokan di navbera zimanan de derbasdar e.[1]
Li Tirkiyeyê perwerdeya zimanê dayikê ya bi kurdî deynin aliyekî, bi salan çav û guhên xwe ji heyîna kurdî re girtin û girtin û înkar kirin. Piştî ewqas êş û janan, ew jî di sala 2009 an de vekirina kanaleke televîzyonê hate qebûlkirin. TRT Kurdî, pîştî gotina Mesut Yilmaz a 1999 an ya li Amedê gotibû “rêya YE yê di Amedê re derbas dibe” 10 sal şûn de hate sazkirin.[2] Îro di ser vê daxuyaniyê re 21sal derbas bûye lê hêca jî Tirkîye pir di şûn mafên bingehîn û demokratîkbûnê de ye. Tirkiye astengên li pêşiya perwerdehiya zimanê dayikê ye, ranake. Di bin hêceta dê xaka welêt qet bike de, bi salan e qedexeya li ser kurdî awayekî nepenî didomîne. Halbûkî dewleta me tam di vir de dixapiya. Çawan zimanê ku dayika min pê dipeyive dikare dewletê qet bike?
Astengkirina perwerdeya zimanê dayikê ne tenê dibe sebeba fêhmnekirina zarokan, di heman demê de têkiliya wan a çand û kevneşopiya wan re jî bi temamî qut dikir. Hişmendiya civakî ya bi giradana herêma xwe ve jî tine dike; ewilî ji stran, çîrok û lotikên dayik û pîrikan biyanî dike û pey re jî dibe sebeba windabûyîn û tunekirina wê. Em ji mîrasa xwe ya çanda Mezopotamya ya bi hezaran salan ji dest didin. Halbûkî ya me heve girê dide qey ne jiyayiyên me yên hevbeş, stranên evînên me rave dikin û an jî ne re çîrok in? Ew ciwanên hevbeşiya jiyana wan a ku bibêje “erê, ew jî mîna min evîndar bûye, ew jî êşa min jiyaye weke min” tinebe, dê çawan bê hêvîkirin ku tevahiya jêparan de bibin yek? Veqetandina ciwanên Kurdan a ji dayik û çenda wan, tenê tije dilê wan kîna vê xakê dike. Tişta jê xeyidîyîn û jê biyanî bûyîn ne tenê çanda wan e, ev xaka heye jî.
Di dema nêzîk ya ku mirov bibêje duhî ye, li rojhilat û başûrê rojhilat de kurdî, Erebê, Tirkî û Ermenkî di heman kolanê de dipeyivin. Me wê rojê ji îro pêhtir ji hev hez dikir û nêzê hev bûn. Îro hema bêje di kolanên rojhilat de peyivîna zimanekî tenê, ne wekî têye zenkirin ku em nêzî hev kirine, kîna me ji hev re çêkir û em ji hev dûr kirin.
Hêza vê xakê, ji zengînbûna wê ye. Parastina vê zengîniyê jî tenê bi lêxwedî derketina zimanên vê xakê pêk tê. Perwerdeya zimanê dayikê, me parçe nake; berûvajiyê wê me hîn zêdetir nêzê hev dike.
Li ser kursîyê meclîsan bi bextewarî qala Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran kirin û lê destûrnedana bi Kurdî xwendina dîwanên wan û yên mîna wan bi sedan kesan, pirsgirêka nejidilîyê ye. Divê neyê jibîrkirin ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e. Peyama Mafên Mirovan a Ewropayê ya ku em jî alîgirê wê ne jî, mafê perwerdehîya zimanê dayikê bibîr aniye. Mîna hemî gelan, lazime mafê Kurdan jî yê perwerdeya zimanê dayikê bêye dayîn. Ji bo mafên bingehîn yên mirovîn daxuyaniyek û an jî avêtina gavekê, lazime bi dehan salan xwemijûlkirin çênebe. Lazime demek zûtirîn mafên Kurdan yên bingehîn bêne dayîn.
Ji bo vê sebebê di change. org’ê de kampanyaya perwerdeya zimanê dayikê hatiye destpêkirin, alîkariya ji we jî dixwaze û ji bo rakirina vê nejaqiyê em we jî dawetî destgirtinê dikin.
Ji bo alîkariyê link
Fadil AKSU
[1] https://ie-today.co.uk/people-policy-politics/the-importance-of-mother-tongue-in-education/
[2] https://www.yenisafak.com/politika/avrupaya-giden-yol-diyarbakirdan-gecer-598002